Diyarname
Wezîra Fransayê Marlene Schiappa ligel hevpeyvînê fotoyên erotîk pêşkêşî kovara Playboy a edîsyona Fransayê kiribûn. Bi vê yekê re tîraja kovara Playboy li gor mehên din 3 qat zêde bû. Edîtor Christophe Florentin got ku hejmara Playboy a avrêl-pûşperê çawa gihîştiye bayiyan gelek eleqe dîtiye û di nav 3 saetan de 100 hezar heb hatiye girotin.
Florentin diyar kiriye ku li Fransayê kovarê 30 hezar heb difirot lê vê hejmarê 3 qat zêdetir eleqe dîtiye û niha wan ji bo 20'ê avrêlê 60 hezar hebên din xwestine.
Ev hejmara Playbol 6'ê vê mehê hatibû weşandin û têde hevpeyvînek ligel wezîr Schiappa hebû, ligel fotoyên wê yên erotîk. Li Meclisa Fransayê hinan wezîr ji ber van fotoyan rexne kiribû, hinan piştgirî dabûn wê.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo Playboyê poz da û bû sedema nîqaşan


