Diyarname
Di salên 90’î de yek ji pirtûkên pêşîn ku li Tirkiyeyê hatiye weşandin “Kela Dimdim”a Jan Dost e ku pirtûk ji nû ve hat çapkirin.
Di sala 1991’ê de bi guherîna zagona bi hejmara 2932’yan re li Tirkiyeyê pêşî li “weşanên ji bilî tirkî” vedibe û wê demê kurd dest bi derxistina weşanan dikin. Di nav ev weşanên ku wan salan derketin de pirtûk jî hene. Yek ji wan pirtûkan jî destana “Kela Dimdim”ê ya Jan Dost e. Jan Dost berxwedana “Kela Dimdim” ya di sala 1806’an de (li gor hin agahiyan 1810’an de) bi şêwazeke destanî aniye ziman. Berxwedana gelê Kela Dimdimê ya heta kêliya dawî, heta nefesa dawî xwendevanan hem serbilind, hem jî xemgîn dike.
Pirtûk di sala 1991’ê de ji Weşanên MELSA derket û dema derket eleqeyeke mezin dît. Gelek kesî bi xwendina vê pirtûkê dest bi xwendina kurdî kir. Piştî MELSA hat girtin, weşanxaneyên din ên kurdan pirtûk careke din çap nekirin û pirtûk li piyaseyê nema. Niha çapa nû ya pirtûkê ji Weşanên Avestayê.
Di pêşgotina çapa yekê de wisa hatiye gotin: “Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan dide xuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiya mîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû.
“Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.
“Çerxa dîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman û egîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfîraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin.”
Di vê serdema ku kurd her sal bi sed sed pirtûkî de pirtûkan diweşînin de weşandina berheme salên destpêka geşbûna kurdî hesteke germ dixe dilê xwendevanan. Ew xwendevanên ku wê demê "Kela Dimdim" yekem pirtûk bû ku bi kurdî xwendin niha careke din bi xwendina çapa wê ya nû dê bikevin nav xeyalên wan salan.
Kela Dimdimê / Jan Dost / Destan / 192 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.