Diyarname
Bernameya çandî ya Şanoya Bajêr a Amedê û Yenisahne ya li Batmanê ya meha avrêlê eşkere bû.
YENÎSAHNE
Li Yenisahneyê bernameya meha avrêlê 4'ê mehê bi lîstika Şermola Performans "Bûka Lekî" dest pê dike.
Ji bilî vê lîstikên şanoyê yên wekî "Forsa Şerko" (6'ê mehê), "Notre Dame'nin Kamburu" (7'ê mehê), "Cimri"(13'yê mehê), "Serbaz"(27'ê mehê), "Tirş û Tehl"(30'ê mehê) dê derkevin ser dikê.
Şanoya Bajêr a Amedê bi du lîstikên xwe tê Yenisahneyê: "Dek û Dolabên Scapen" 17'ê mehê, "Tartuffe" jî 18'ê mehê dê li ser dikê be. Ji Mêrdînê jî Şaneşîn Performans bi lîstika xwe "Penceşêr" (29'ê mehê) dê li Batmanê be.
Ji bilî van Erdal Kaya ku stand-upek nû bi navê "Vik û vala" amade kiriye, dê rojên 12 û 25'ê mehê li ser dikê be.
Di nav bernameyê de konsera Agit Işik jî heye. Işik 5'ê mehê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dê konsera xwe pêşkêş bike.
***
ŞANOYA BAJÊR A AMEDÊ
Berenameya Şanoya Bajêr a Amedê 5'ê mehê bi standupa Erdal Kaya "Vik û vala" dest pê dike. Heman standup 26'ê mehê jî dê li ser dikê be.
Rojên 7 û 8'ê mehê dê "Tartuffe", "14 û 15'ê mehê "Hema Hema Jin Elizabeth" û 28'ê mehê jî "Wê hesab neyê dayîn" derkeve pêşberî temaşevanan.
Ji bilî va 9'ê mehê lîstika "Bir İshaksin Bir Cemil", 13'ê mehê "Toyo, Datdat ve Onceki Bazi Hayatlari", 16'ê mehê "Forsa Şerko" û 30'ê mehê jî lîstika "Penceşêr” bê pêşkêş kirin.