Riha
Şaredariya Wêranşarê, di civîna meclisa xwe ya meha rezberê de, biryara girt ku navê "MED" li Navenda Çandê ya Şaredirayê bike.
Şaredariya Wêranşarê, civîna meclisa xwe ya meha rezberê li Salona Civînê ya Meclisa Şaredariyê li dar xist.
Wekîla Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken, 1'ê Rezberê Roja Aştiya Cîhanê li hemû endaman pîroz kir û wiha got: "Roja aştiyê li hemû gelê me û gelê cîhanê pîroz be. Ez hêvî dikim ku aştî, biratî û aramaniyê ji bo gelan bîne."
Meclisê di civînê de biraya navê MED li Navenda Çandê ya Şaredariyê bike girt. Hate gotin ku ji niha û şûn de Navenda Çandê dê bi navê "Navença Çandê ya MED" xebatên xwe bimeşîne.