logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?
  2. Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)
  3. Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî
  4. Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn
  5. Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Bersivek ji Kawa Nemir

Helbestvan û werger Kawa nemir li ser nivîsên Bawer Ronahî ku rexne li "Nora/Nûrê" kiriye bersivek daye. Em bêyî dest bi

  • Dîrok: 30/10/2010
  • Beş: NÎQAŞ

Helbestvan û werger Kawa nemir li ser nivîsên Bawer Ronahî ku rexne li "Nora/Nûrê" kiriye bersivek daye. Em bêyî dest bidinê em bersiva Kawa Nemir diweşînin:


Rêzdar Bawer Ronahî,
 
Dereng be jî, min du nivîsên cenabê te yên rexneyî yên li ser lîstika şanoyê ya bi navê Nora/Nûrê û bersiva rêzdar Saît Kulen bo van rexneyên rastgo û xemxur ên cenabê te, di Diyarnameyê de xwendin. Ji ber ku di her du nivîsên cenabê te de navê min jî hatiye hildan, pêwîst kir ku ez di ber xwe bi tenê de têbîniyekê li vê gotûbêja we ya pêwîst zêde bikim.
 
A pêşîn, min her du nivîsên cenabê te bi hûrgilî û du caran xwendin. Ji bo ku - xwezî bi wê heynê - xêrekê li wergerê û şanoya me kurdan bike, bêyî ku ez hûr û kûr pê de herim û pê berdewam bim, divê ez bibêjim ku ez bi gotin û tespîtên cenabê te re me, bi wan tiştên cenabê te destnîşan kirî re, yên ku ev devîdevî bîst salan e ez xerîk im.
 
A duduyan, tevî ku koma ku ev lîstika navborî ya Henrik İbsen li zimanê kurdî û - bi navkî be jî - li rewşa kurdan aniye, wekî cenabê te nivîsandiye, ji ber yarmetî û alîkariya ku min daye wan, mal li min ava kiriye, divê ez dupat bikim ku, li ser daxwaza cenabê wan, ez bi tenê carekê çûm rahênanên lîstikê û min di nava - niha pak nayê bîra min - pênc şeş saetan de hewil da ku ez xurdetiya zimanê lîstikê - heta ku ji min hat - piçekî sererast bikim, hebekî kurdîtir bikim. Lê divê her û her ji her kesekî ve baş eyan bibe û her takekesekî xerîkî van karan gelekî baş bizanibe ku ez im yê wexta ku li Kurdistanê, li Amedê bû, gotibû, "Wergêrên kurdan mîna tovê pirparê ne" û van gotinên min jî dûvê hinekan xistibû cemedê, teşebusa devjeniyeke dûvdirêj jî hatibû mexderê. Lê min bersiveke ku fût here neda tu kesî, min rê neda şêrgeletiya di dewrana înternetê de û ez dîsa jî rê nadimê. (Bala xwe bidinê, min hê bersiveke bi hûrgilî nedaye rexneyên li ser xebatên min ên der barê Shakespeare de jî, ku xwediyên wan rexneyan, kesên bê lîmet in û bi gotina xelkê me yê Mereşê wan deran, tosa êqil winda kirine!) Ji ber ku bersiva min - de hûn pê dizanin - 80 pirtûk in, yên ku min ji îngilîzî - ji zimanê resen -, ji wêjeyên îngilîzî, îrlandî û emerîkan wergerandine kurmancî, ku ji van xebatan bi tenê çendek heta niha çap û belav bûne.
Ez kurt lê xim: Min ê bigota, min ev azmûna xwe, ev helwesta xwe, wê roja rahênana (prowaya) lîstika Nora/Nûrê, dubare ji wan hevalan re derevekir û gote wan. Ez bi xwe di kêşe, girift û arîşeyên warê wergera kurdî de her li ser wan gotinên xwe me û di nava salan re azmûna min geştir dibe û mezintirîn hêviya min a ji van xebatên min ên ku bi temenê min pê ve berdewam in ew e ku em di rastiyê de, di tiştê berra de bêne ser rayê, ne ku em bidî çavên xelkê (li ber çavên xelkê) hev du bibin û bînin. Lewma jî, her çend navê min wekî yek ji kesên alîkariya deqa lîstikê kirî hatibe nivîsandin û bilêvkirin jî, ji ber derawaya ku ez lê disekinim, diyar e navê min ji bo çewtî û xeletiyên me kurdan ên mezin, ên di van waran de, ne rêxweşker e, çênabe ku di riya navekî diyar re mirov hewil bide xwe ji xeletiyên mezin bişo. Ez dibêjim qey min di warê wergerê de, di meseleya wergera ji zimanê resen de, ev qas berhemên klasîk di ber, di oxira eşkerekirina pîvan, rêpîvan û rêbazên karê wergerê de wergerandin kurdî. An na min ê rûnişta heta niha deh roman bi kurdî binivîsandana.
 
A sisiyan, gava ku min ew hevokên li ser hilbijartina "navên me" xwend, ew devjeniya ku esas devjeniyeke girîng e, hem kizînî ji kezeba min çû, hem jî ez piçekî hêrs bûm. Vê meseleya navên me - ez nabêjim, navên me yên nivîskariyê an jî mexles, lê dibêjim, navên jiyana me! - bi dest xwe re rehmetî Memed Ûzûn anî bîra min. Wiha bû: Sala ku - yeqîn 2003 bû -  helbestkar û nivîskarên me yên hezkirî yên ji nifşê min, Rênas Jiyan, Yaqob Tilermenî û çendek hevalên me yên din, bi operasyonekê, ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatin girtin û şikence dîtin û ketin hepsê, me ji bo azadiya van hevalên xwe dest bi helmeta berhevkirina îmzeyan kir. Bi qasî ku tê bîra min, ev helmet bi pêşengiya Muharrem Erbeyê ku niha ji ber Doza KCK'yê girtî ye û cenabê Arjen Arî û çend kesên din dest pê bû û di nav de Orhan Pamuk, gelek kesan îmze da, me qasidek jî şande ba cenabê Memed Ûzûn, wî qasidê me ev bersiv ji rehmetî anî: "Ez îmzeya xwe nadim bo kesên ku "navên sexte" bi kar tînin!"
 
Min romannûsê me, rehmetî Memed Ûzûn, ji ber vê meseleya "navên sexte", di dilê xwe de tu carî efû nekir. Lê min ev yek jî dît: Nameya ku Rênas Jiyan, Yaqob Tilermenî û hevalên din ji hepsê bo raya giştî şandibûn hatibû û di Mihrîcana Amedê de, li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Mezin, tevî hin hevalên din, bernameya min hebû û min ew silava hevalên me yên girtî ji bîner û guhdaran re xwend, nêzîkî hezar kesî, bi coş û peroşeke mezin da çepikan. Ev yek besî me bû.
 
De baş e, piştî ku min rexneyên cenabê te û rexneya rexneyên cenabê te xwendin, van rojan xerîkî wergerandina Hamleta Shakespeare im û di nava vê xebata têrzehmetî de kêm zêde ev tiştên li jorê hatin bîra min. Her wekî min got, ez bi rexneyên cenabê te re me. Ciyê ku rexne lê geş bibe, ew cî dibe şaristan, lê ciyê ku rexne lê kokqeliyayî be, ew cî dibe goristan. Niha ku tu bipirsî, rewşa me kurdan ji van her duyan kîjan e, ez ê bibêjim, goristan. A şanoya me jî bi wî awayî. Lê em hêviya xwe ji dest nedin, bi zimanekî paqij, bi paşxaneyeke dewlemend ranêzîkî hev bibin.
 
Wê çêbe, wê çêbe; tomorrow is another day!
 
Silav û rêz û xweşî

Kawa Nemir

Parve Bike

Youtube Me

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Bi xêzek DAIŞ û Davutoglu

ad

TRT 6 û dengê Îsraîl

ad

Li keçek ku telefona wê ya destan nîn e digerin

ad

Serokomarê Îranê li ser Gora Celal Talebanî çi nivîsî?

ad

Baydemîr li ser panzerê ye!

ad

PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

  • 08 05 2026
news

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

  • 08 05 2026
news

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

  • 08 05 2026
news

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

  • 07 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname