Omer Dilsoz
Bendewarên Adarê, navê romana Mihemed Ronahî ye ku îsal ji Weşanên Ronahî derketiye û 160 rûpelan li xwe digire.
Ronahî, ev berhema xwe bi zimanekî sade û sivik, hevokên kin û zelal honandiye û tê de serhatiya malbateke kurd a ku “mirin û nexweşî” tê de gelekî hatine bikaranîn, daye pêş.
Roman, li ser bûyerê ava bûye û tê de pasajên kurt ên di nava demê de ku wekî paşxaneya bûyerê hatine bikaranîn, tevna romanê hinekî qewî kiriye.
Li ser navê romanê mirov dikare bibêje, gava mirov li vî navî dinêre, -qenebe li min fikreke wisa peyda bû- min got qey bûyer giş di zivistanekê de derbas dibin. Ji ber şertên zivistanê yên dijwar, gelek bûyerên diltezîn têne serê wan, loma nivîskar ew li benda Adarê hiştine û ev meh wekî destpêka biharê, wekî meha rizgariya wan destnîşan kiriye. An jî min hizir kir ku Adar navekî sembolîk be, lê mixabin min ev tişt tê de nedîtin.
Tenê beşên dawî mirov dibîne ku zivistan e û tenê ji ber dijwariya zivistanê carekê di rê de gava Misto diçe ji bo birayê xwe Mihemedê nexweşê jana zirav, dermanî bikire, gur tênê.
Mihemed Ronahî, wekî gelek kesî ku ez bi xwe digel vê me ku nivîskar normal e cihê herî nas dike û bûyera herî pê dizane ji xwe re bike mijar, wî jî gundê Îbika yê Pîrana Amedê wekî mekanê bingehîn ê romanê hilbijartiye ku ev gund di heman demê de gundê nivîskar bi xwe ye.
Lê ji ber ku kekê Ronahî, xwe nedaye ber şayesandin û taswîrê, derbarê gundî de li ber çavên min –ku ez bi cavê xwendeyekî lê dinêrim- tu tişt zindî nebû. Hema tenê dikarim bibêjim Îbika gundekî li berpalekê ye, çend kîlometre dûrê wê çemekî zelal ku masî tê de hene diherike. Warekî çiyayî ye û karê rezvaniyê dikin.
Aliyê herî serkeftî yê Bendewarên Adarê, diyalog in. Nivîskar berhema xwe bi diyalogan xemilandiye. Ziman sade û zelal e, ji bilî hin pirsgirêkên tewangê yên wekî “vî gunda” û hin tiştên wekî wê ku xwe dispêre devoka herêmê, lê dîsa jî mafê tu nivîskarî nîn e kêmasiyên gramerî yên wisa beloq bike. Çimkî peyv dibe ku di tasarufa nivîskarî de be, ew dikare hemû peyvên herêma xwe ku ew bi wan hest dike, bi kar bîne lê rênivîs û tewang diviya neyê şêlokirin. Formek wekî ya “Vî gundA” di kurdî de tune ye, li şûna wê “vî gundî” heye.
Mihemed Ronahî, ku ji nîviya havînê dest bi bûyerê dike, gelek sal û deman, gelek bûyerên qed qedî di nav hev de ristine û gelek ji wan bêyî ku encama wan zelal bûbe wisa nîvco mane. Wekî nimûne, “Elî li gundekî şivanî dikir. Dil berdabû jineke bi mêr, mêrê wê birîndar dike, gelo çi pê hat?” Encam tune ye.
Eloyê ku bêyî ku texsîr bike, derbeya kuştinê datîne nêzîkên xwe jî, di heman demê de kesekî xwedan xisletên gelekî baş e jî. Ew çawa çêdibe? Delodînîya wî dibe sedema seteqbûn û kulekiyê, ev yek mirov têdigihîje ku nivîskar “mesaja xwe” ragihandiye.
Gelek caran, nivîskar bi xwe têkilî bûyeran dibe û derbarê hin pêşhat û qewmînan de “agahiyan” dide û tevna romanê sist dike. Dibû ku ev agahî bi ser devê lehengekî xwe bidana. Mesela, gelek caran tê gotin, ev gundekî kurdperwer e, di serhildana Şêx Seîd de… ev navlêkirinên ku rasterast nivîskar bi xwe dike, aliyê romanê qels dike.
Têkiliyên gundiyan ên bi Şêx û Melayan re û rexneya wê demê, bi awayekî baş têne vegotin. Nivîskar gava behsa van bûyeran dike, xuya ye, mebesta wî rexneya civakê ye û ev yek gihîştiye mebesta xwe.
Ji lew re, romanek ne tenê bi lêkanîn û ristina bûyerekê, an jî çêkirina karekter û lehengan mijûl dibe, ew di heman demê de “xwedan mebesteke civakî ye” û xema wî ya civakî jî heye. Çimkî wekî nivîskar ji civaka tê de “berpirs e jî” –qenebe bi awayekî exlaqî.
Têkiliya navlêkirin û naveroka romanê û têkiliya naverok û şexsiyeta lehengan, hat û çûyînên di navbera deman de û pevgihandina beşan, bi serê xwe mijarên pirs û veçirandinê ne.
Kekê Mihemed, di van waran de, romana xwe zêde nekemilandiye. Tenê derdê wî wekî, vegotina “bûyerê” û sazkirina “diyalogan” xuya bûye.
Heke vê havînê, hûn bixwazin geryanekê li gundê Îbika û devera Pîranê bikin, heke hûn bixwazin “serpêhatiyên binemala nivîskêr” –bi min wisa xuya bû- fêr bibin, kerem kin “Berdewarên Adarê” li benda we ne.
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Çîroka ‘Gulava’ Sîdar Jîr pir nas û diltezîn e
- Barbarê Kawa Nemir
- Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî
- “Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’
***
Nivîsa eleqedar:
- Romeneke din: “Bendewarên adarê” derket