Silêmanî
Gorên her du helbestvan Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf ên li goristana Ebabeyî ya Helebceyê hatin nûkirin.
Ber êvarkî Rêxistana Dostên Helebceyê bi amadebûna gelek kesayetên bajêr merasîmek ji bo nûkirina gorên her du helbestvan Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf ên li goristana Ebabeyî ya Helebceyê hat lidarxistin.
Serokê Rêxistina Dostên Helebceyê Koçer Mîrza derbarê nûkirina gorên her du helbestvanan de axivî û got, “Armanca me ya nûkirina gorên helbestvanan ew e ku nifşên bên jî bizanin ku gelê kurd xwediyê van kesayetan bûn.”
Keça Ehmed Muxtar Caf, Hemdiye jî got, ew gelek kefxweş e bi nûkirina gora bavê xwe û spasiya kesên di merasîmê de amadebûn kir.
Ehmed Muxtar Caf
Ehmed Muxtar Caf Paşayê Caf, kurê Osman Paşayê Caf e. Navê dayîka wî Adîle Xanim e. Ew di sala 1898’an de li Helebceyê ji dayîk bûye, di 6’ê sibata/reşemiya 1935’an de li ser ava Sîrwan hatiye qetilkirin.
Tahir Beg Caf
Tahir Beg Caf, Kurê Osman Paşayê Caf e, birayê mezin ê Ehmed Muxtar Caf e. Ew di sala 1878’an ji dayîk bûye, di sala 1918’an de li Helebce koça dawî kiriye.


