Diyarname
Komîsyona Lihevkirinê ya Zagona Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê vê carê dê guh bide gotinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD).
Komîsyonê heta niha gazî gelek kes û derdorî kir û guh da wan. Vê carê dê Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku her du di heman demê de mebûsên BDP'ê ne tevî heyeta xwe dê bibin mêvanên komîsyonê.
KCD ku bi awayekî fiîlî Xweseriya Demokratîk îlan kiribû vê carê dê gotinên xwe di civîna bi komîsyonê re de bîne ziman.
Heta niha saziyên isvîl, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran li ser zagoneke bingehîn a nû gotinên xwe anîbûn ziman. Niha dora KCD'ê ye.
Fikra KCD'ê ew e ku rayeya hikumeta navendî bê sînorkirin, raye li rêveberiyên herêmî bê belavkirin, li herêman herêmên xweser bêne avakirin. Bi vî awayî jî dê gel beşdarî rêveberiyan bibe û demokrasiyeke xurtir bê sazkiin.
Her wiha di nav daxwazên KCD'ê de betalkirin bendava hilbijartinê jî heye.
Turk, Tugluk û heyeta KCD'ê di rojên pêşiya me de dê li meclisê bibin mêvanên komîsyonê.


