Kibris
Konsera ku Ciwan Haco dê duh bida ji aliyê Rêveberiya Bakurê Kibrisê a Tirk ve hate qedexekirin.
Konser ji aliyê xwendekarên kurd ve dihat organîzekirin û dê li Lefkoşeyê li dar biketa. Li ser qedexekirina konserê xwendekarên kurd nerazîbûn nîşan da û got: "Hetaniha tu konsereke yê hunermendê tirkan a îngilîzan nehatiye qedexekirin. Ji ber ku konser bi kurdî bûye hatiye qedexekirin. Zora li ser kurdî ya li Tirkiyeyê li Kibrisê jî xwe nîşan daye. Armanca me ew bû ku em tenê bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî bikin. Fikra me ew e ku tiliya Tirkiyeyê di vê qedexekirinê de heye."