AMED
Nivîskar, helbestvan û mamoste Rênas Jiyan hat binçavkirin.
Li gor nûçeya DÎHA'yê Yekîneya polîsên TEM'ê serê sibê bi ser mala nivîskar, helbestvan û mamoste Rênas Jiyan de girt. Polîsan piştî lêgerîna malê Rênas Jiyan binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Amedê.
Her wiha vê sibê nivîskar û mamoste Murat Ozyaşar jî li Stenbolê hat binçavkirin.
Polîsan di 25'ê rezberê de 19 mamoste binçav kiribûn û jê 4 mamoste girtibûn.