Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Nûjiyan" ku aliyê derhêner Jînda Asmîn ve hatiye kişandin dê li Şengalê bê nîşandayîn.
Belgefîlm li ser jiyana rojnameger Nûjiyan Erhan hatiye kişandin. Di 3'ê adara 2017'an de dema bûyerên li Şengalê dişopand
Erhan ku rojnameger bû, di 3'ê adara 2017'an de dema êrîşên li ser Şengalê dişopand di êrîşa Pêşmergeyên Roj de bi giranî birîndar bû. Ew birin Nexweşxaneya Hesekê û di 22'yê adara 2017'an de mir. Niha jiyana wê bûye belgefîlm. Di belgefîlm de Ferîde Zade ji bo rola Nûjiyan Erhanê lîstiye. Di belgefîlm de bi ser jyana Erhan re êşa êzîdiyan, şer, êş û zehmetî jî hatine nîşandayîn.
Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê dê rojên 28 û 29'ê mehê vî belgefîlmî li bajaroka Xanesorê saet 16'an de nîşan bide. Li gor bernameyê 17'ê pûşherê jî dê li Hesekê saet 17'an de nîşan bidin.


