Diyarname
Di Lîga Ewropa ya UEFA'yê de îro maça fînalê tê lîstin. Tîma alman Frankfurt û tîma Skoçyayê Rangers tên hemberî hev.
Frankfurtê heta niha carek ev kûpa biriye mala xwe. Di sala 1980'yê de di fînalê de bûbû reqîbê tîmeke din a alamn Monchengladbach û ew têk biribû. Frankfurt dixwaze careke din vê kûpayê bibe mala xwe. Tîma Skoçyayê Rangersê qet ev kûpa bi dest nexistiye. Di sala 2008'an de ligel tîma rus Zenitê derketibû fînalê lê di fînalê de bi 2-0 têkçûbû. Rangers nixwaze dixwaze kûpayê bibe mala xwe.
Di nîv fînalê de Franfurtê tîma îngilîz West Ham United, Rangersê tîma alman RB Leipzing têk biribû û hatibû fînalê.
Maç îro saet 22.00'an de li Stada Ramon Sanchez-Pizjuun a Sevillayê tê lîstin
Li Tirkiyeyê kanala Tv8,5 bi awayeke yeksek maçê diweşîne.
LÎGÊN DIN
Di Lîga Konferansê ya UEFA'yê de maça fînalê 25'ê mehê heman saetê tê lîstin. Di vê fînalê de Roma û Feyenoord tên hemberî hev.
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'ye de jî maça fînalê 28'ê mehê heman saetê tê lîstin. Di vê fînalê de jî Liverpool û Real Madrid tên hemberî hev.