logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Amedê hindik ma

2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amed bi diruşmeya “Sînemaya Bêsînor” di navbera 22-25’ê mehê de li dar dikeve. Ji ber hikumet

  • Dîrok: 18/12/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amed bi diruşmeya “Sînemaya Bêsînor” di navbera 22-25’ê mehê de li dar dikeve. Ji ber hikumeta dewleta Tirkiyeyê bi kayyumê dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mîhrîcan bêyî piştgiriya kayyumê bi awayekî serbixwe li dar dikeve.

Amadekarên mîhrîcanê bi daxuyaniyek rewşa heyî û lidarxistina mîhrîcanê ragihand. Vaye daxuyaniya amadekarên mîhrîcanê: “Îro roj ev axa ku em li ser dijîn, di bin nîrên pêkûtî, qirkirinên siyasî, qedexekirin û dagirkeriyê de ye. Di nava van şert û mercan de peywîra hunerê û hunermendan ne ewe ku xwe paşve vegerînin û bêdeng bimînin; berovajî vê yekê ji bo rastiya vî zemanî were fêhmkirin û vegotin pêwîste huner û hunermend dengê xwe bi berz bilind bikin û bêdeng nemînin.

Me difikirî ku em îsal mihrîcana xwe di navbera 4-13 ê meha Mijdarê de pêkbînin, lê bele li hember vîna gel bertek hate nîşandan û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Ya Amedê hatin girtin û di şûna wan de kayyım hatin peywîrdarkirin. Ji ber vê sedemê 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed di dîroka ku me fikirî bû de pêk nehat. Lê dîsa jî mihrîcana ku perçeyek nasname û têkoşîna vî bajarî bû diviyabû pêk were. Ji bo pêk were hincetên wê yên eşkere jî li holê ne. Em, di bin van zext û zordariyan de berpirsyariya dîrokî ku niha li ser milê me wek barek giran disekine dixwazin bi cî bînin û mihrîcana xwe li gel van şert û mercên zahmet bi hêza gelê xwe û bi alîkariya rêxistin û komaleyên demokratik dixwazin pêk bînin. Ji bo vê yekê em amadekariyên xwe dikin.

Huner di xwezaya xwe de xwedî hêzek muhalîf ango dijber e. Di nav hemû şert û mercan de li hember zilm, tundî û zordariyê ye. Ji bo maf, dad, azadî, wekhevî, jin, zarok, penaber, koçeber û xizanan, bi kurtasî ji bo qad û jiyanek azad her wiha ji bo mirov bi dildarî, bi aqilek pak, wijdan û rûmeta xwe xebatek bimeşîne tu hêz nikare li hember mirov bibe asteng û mohr li ramanên me bixe. Di vî wextî ku em pêdivî bi nêrînên nû, xwemal û afirîner dibînin de, em dixwazin fîlmê ku heqîqetê vedibêjin derxin pêşberî gelê xwe da ku heqîqet were zanîn.

Em ji bo Mihrîcana Fîlman A Amed, li dostên xwe yên sînemager û ekîbên festîvalên din bangewaziya hevkariyê dikin. Werin hûn jî  di navbera 22-25 ê Berfanbarê de li welat û bajarên ku hûn lê dijîn û xebat dimeşînin hêz bidin 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed. Li van bajaran bi nîşandana fîlman hêz û bawerî bidin mihrîcana me.

Ji bo vê yekê, bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” tenê ne li Amedê, li hemû qad û bajarên ku baweriya hunera şoreşgerî heye em fîlman nîşan bidin. Li bajarê ku em ê lê mihrîcana xwe pêk bînin gelek sazî, rêxistin û komale deriyên salonên xwe ji bo mihrîcana me vekirin û alîkarî dan me. Em ê di van rojên giran de vê helwesta wan qet ji bîr nekin. Ji lewre jî em spasdariyên xwe pêşkeşî wan dikin.”

Di çarçoveya mîhrîcanê de gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn. Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de dê gotûbêj jî li dar bikevin.

Fîlm û çalakî dê li salonên Komele û Cemxaneya Pîr Sultan Abdal, Şaxa 1'emîn Egîtîm-Senê û Odeya TMMOB ya Mîmaran an Şaxa Amedê li dar bikevin. Di nav bernameyê de ji belgefîlman "Bihuşta Min" (Ekrem Heydo), "Kurdistan Kurdistan" (Bulent Gunduz), "Kavar" (Murat Bayramgolu), "Baglar" (Berke Baş, Melis Birder), ji fîlmên metrajdirêj "Bîranînên Hespê Reş" (Shahram Alidi), "Toz Bezi" (Ahu Ozturk), "Babamin Kanatlari" (Kivanç Sezer) jî di nav de gelek fîlm hene.

Ji bo agahiyên zêdetir:

Facebook :https://www.facebook.com/amedfilmfest

Twitter: https://twitter.com/amedff


Têbiniya Diyarnameyê: Du roj berî destpêkirina mîhrîcanê, 20'ê mehê emê bernameya mîhrîcanê bi temamî biweşînin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malpera Xwebûnê asteng kirin

ad

Gotina Hefteyê: 'Hûn tenê kesek jî bimînin meclisê neterikînin'

ad

Pêşniyara du belgefîlmên ku lehengên wan jin in

ad

Rapora YE’yê hat qebûlkirin: Bila Tirkiye rê li ber perwerdehiya kurdî û çareserî veke

ad

Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin

ad

Siûdiyan der barê rêzefîlmên Sûriyeyê de biryarek nû dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname