Diyarname
Du hunermendên kurd Rewşen û Tara Mamedova ji bo straneke nû hatin ba hev. Strana ku navê “Xuçê” lê kirine îro li ser hemû platformên dîjîtal tê belavkirin.
“Xuç” bi gotineke din “xwişk”, her du jin bi hev re wekî du xwişkan û ji bo hemû “xwişkan”, bi gotineke din ji bo hemû jinan hatine ba hev û strana xwe amade û pêşkêş kirine. Gotinên 'Xuçê' ji aliyê Tara Mamedova ve hatine nivîsîn, beste/muzîka wê ji aliyê Rewşan ve hatiye çêkirin. Stran, bi Believe Labelê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê tê belavkirin. Klîba stranê jî îro dê saet 17:30 de li ser qenalên hunermendan ên Youtubê bê parvekirin.
Hunermend li ser stranê wisa gotin, “Hevgirtina jinan hêza xwe ji têkiliya xwişkbûnê distîne. Ev têkiliya xef, belkî jî digihîje heta serdema ku jin pîrebokên zana, hunermend û şîfakar bûn. Mixabin ev têkiliya xwişkbûnê ku me li cem hev diheband, di nav demê de qels bûbe jî, bi temamî wenda nebûye. Ji ber ku em ew pîrebokên bi hêz in ku hîn jî stranan dibêjin, govendê digirin û bi dilovanî hevdû hembêz dikin. Em hewl didin ku têkiliya di navbera xwe de zexm bikin. Em vê ji bo xwe, ji bo me, ji bo dinyayeke baştir dikin. Ji ber ku em welatê hev in, axa hev in. Û strana ‘Xuçê’ bi van hest û ramanan hat çêkirin.”
REWŞAN KÎ YE?
Li Stenbolê Beşa Keman û Viyolayê ya Hunerên Bedew a Perayê, di heman demê de ji beşa psîkolojî û lîstikvaniyê mezûn e. Ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma "Dengên Bakur" ku li ser wêjeya devkî ya kurdî û bîra çandî amade û pêşkeş kir. Albuma wê ya yekem “Ax Lê Wesê”, ji qeydiyên performansên zindî û stranên ber bi jibîrkirinê ne pêk hat. Ji bilî sîngilên wê, bi albuma wê ya Tov ku besteyên wê jî tê de bûn hat weşandin. Di reşemiya 2022'yan de strana "Kavir" tomar kir û bi şêwaza Proggresive Folk wekî sîngle parve kir. Yek ji avakar û endama îcrakara Orkestraya Stenbolê ya Mûzîka Fîlman e.
TARA MAMEDOVA KÎ YE?
Zaroktiya wê li Kirgizistan û Rusyayê derbas bû, perwerdeya xwe ya muzîkê li Fransayê domand. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku wê derê hev nas kirin, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî re lihev anî û albuma xwe ya yekem "Ax" parve kir. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkir, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hat xwendin. Ji bilî "Ax", “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” sê albumên wê û gelek xebatên wê wekî sîngle hene. 


