Diyarname
Li Erebistana Siûdî ji bo guhartina al, sembol û sirûda neteweyî zagon hatibû amade kirin. Niha Konseya Şûra ya Erebistana Siûdî ev zagon pejirand.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya welat SPA’yê Komîteya Leşkerî û Ewlehiyhe ya Meclisa Şûrayê zagon nirxandiye û “guhertina pergala alê” pejirandiye. Nûçe radigihîne ku li bendê ku Qral Selman bin Abdulazîz zagonê erê bike.
Pergala li ser alê û sirûdê ya niha di sala 1973’yan de hatiye qebûlkirin. Di zagona niha de dê guherîn çêbe lê ji aliyê şiklî ve dê guherîn çêbe yan na tam nayê zanîn. Hin dibêjin dê Tevhîd û şûrê li alê biguhere, hin dibêjin na, ew dê wekî xwe bimînin. Di vî warî de hê zelalî nîn e.
Welat dixwaze nasnameya xwe xurtir bike. Hefteya borî rêveberî hin guherîn çêkiribûn û di vê çarçoveyê de restorant û kafeyan qehweyê ku bi navê “Qehweyê ereban” didan mişteriyên xwe navê wê guhartin û kirin “Qehweya siûdî.”
* * *
Nûçeyên Eleqedar:
- Ev jî çêbû: Ji bo telîfa alê 14 mîlyon dolar xerc kirin
- Ma bakurî mecbûr in ji ala Başûr hez bikin?
-