HELEB
Xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a seretayî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî salvegera 61’emîn a şewata Sînemeya Amûdê daxuyaniyek da. Bi dehan xwendekar û mamoste tev çalakiyê bûn.
Roja 12'yê mehê xwendekar li bexçeyê dibistanê hatin ba hev, pankartên "Ji kuştina zarokan re na", "Em şopdarên rêya zarokên Sîmemaya Amûdê ne" hildan.
13'ê sermaweza 1960'î li Sînemaya Şehrezad a bajarê Amûdê şewatekê rû da û di encama wê de bi sedan zarok mirin.
Daxuyanî ji aliyê mamoste Ronahî Xelîl û xwendekara bi navê Ciwana Hesen ve hate xwendin.
Li gor nûçeya ANHA'yê di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "61 sal di ser şewata Sînemaya Amûdê ya kantona Qamişlo re derbas bûn. Ew bîranîna biêş nayê ji bîr kirin. Ne tenê ji bîra şêniyên wê lê belê ji bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî naçe. 13'ê sermaweza 1960'yî ku roja yekşemê bû û saet di 20:30'an de bi sedan zarokên seretayî yên ji hemû pêkhateyan hatin kuştin ku temenê wan 12 sal derbas nekiribû.
Zarok ji aliyê gerînendetiya navçeya Amûdê ve hatin vexwendin da ku alîkariya Şoreşa Cezayîrê bikin. Fîlmê ku di wê demê de hate pêşandan ne ji zarokan re bû û bi navê 'Cinê nîvê şevê' bû. Di wê demê de nêzî 500 zarok derbasî hola sînemayê bûn û holê tenê têra 200 kesî dikir. Her wiha tu mamoste û gerînende beşdar nebûn. Tenê hûn kesên fenî hebûn. Ji ber amûreke kevn çirûskeke agir derket û şewat di holê de çêbû.
Ev yek hatibû plankirin. Amûdê û tevahî kantona Qamişlo û Hesekê veguherî agahiyeke biêş û kenê dayikan ên sibehan nanê tenûrê çêdikir, veguherî qîrîn û hawar.
Hin zarokên ku ji wê roja bi êş rizgar bûne, ew bîranîn di bîra wan de ye û encamên şewatê li ser laşê wan e. Ew roj di dîroka bajar de bû êşek.
Em vê bûyerê şermezar dikin û em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku edalet û azadiyê pêk bînin."


