Amed
Koma Şahoyê ya Duhokê bi lîstikeke xwe li Amedê du rojan derdikeve ser dikê.
Şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Duhokê di navbera xwe de pira biratiyê saz kiriye û di vê çarçoveyê de hin proje û çalakiyan li dar dişe. Li ser vê yekê gava yekemîn îro tê avêtin. Koma Şanoya Duhokê ku ji 10 kesî pêk tê bi lîstikeke xwe vê êvarê li Amedê, li Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê derdikeve pêşberî amediyan.
Kom vê êvarê û sibê êvarê saet 20.00'an de dê lîstika xwe ya bi navê "Xewna Seydayê Hêja" bilîze. Lîstika ku nivîskarî û derhêneriya wê Ziyad Abîd Selîm kiriye sibê (18'ê mehê) jî dê heman saetê careke din derkeve pêşberî şanohezên Amedê.