Azîz Ogur
Bi mijara biwêjan em dewam dikin. Hin biwêj bi tena serê xwe mijara nivîsekê ne. Vê hefteyê dixwazim bi biwêja ‘Pepûk’ dakevim ya ku bi gelek şêwazan û di gelek wateyan de tê bikaranîn.
Hem wekî çîrok/efsane hem jî wekî biwêj “Pepûk” yek ji biwêjên navdar e li Kurdistanê. Bêhtir li Dêrsimê û di nava Dêrsimiyan de qala vê efsaneyê tê kirin. Tê gotin efsane jî li Dêrsimê pêk hatiye. Lê belê çîrok an serpêhatiya “pepûk”ê hema hema li tevahiya Kurdistanê tê zanîn. Ji Dêrsimê heta bi Botanê çîroka pepûkê ji bilî hin detayên biçûk, mîna hev e.
Ev biwêj bi gelek wateyan tê bikaranîn. Heger jinek (bêhtir jin bi kar tînin) li beranberî bûyereke sosret bibêje, “li min pepûkê” ev mîna zêmar an peyveke dil şewatî tê fêhmkirin. Di rewşê nexweşî, birîndarî yan mirina bira an kesekî ji malbatê de ev gotin tê bilêvkirin. Her wiha kesên nêz ji bo xizmên mirî yan nexweşan jî dîsa mîna gotineke zêmarî “li te pekûkê” bi kar tînin. Di heman wateyê de kesekî ku bav, bira, dê yan xizmekî nêz ji dest dabe, yan ew xizm di halê mirinê de bin, tê gotin. Yanî di wateya “li min bêkesê, li min belengazê, li te bêkêsê, li te belangazê” de tê gotin.
Di rewşên matmayîn û şaşbûnê de jî “pepû(k)!” tê gotin. Mirovê matmayî, beriya axaftinê yan gotinan bêyî îradeya mirov yan fikîrinê ji devê wan ev gotin derdikevin. Herî kêm du caran li ser hev “pepû! pepû!” tê gotin.
Li aliyê din “Pepûk” mîna nifir û biçûkxistinê jî tê bikaranîn. Yekser ji bo mirovan dema bê gotin nifir a di wateya; “kes li dora te nemîne”, bê malbat, bê kesûkus bimîne” yan “Tevahiya xizmên te bimirin” bi gewde dibe.
Mirovên ku şaşî an xeletiyên barîz ên ji ber nezaniya xwe bikin re “pepûko/pepûkê” tê gotin. Ji bo yên di wê rewşê de “pepûkê/o tiştekî ji xwe fêhm nake” dibêjin.
Her wiha kesên destgirtî û qesîs jî bi heman biwêjê têne pênasekirin. Mînak; “Mîna pepûkî destê wî li çar qurûşan nagere”, “Çi pepûk e, dil nahêle têr nan bixwe” tê gotin. Ji bo kesekî bêderfet an bêçare, “tiştek ji destê pepûko/ê nayê” dikare were gotin.
Weke biwêj “pêpûk”di zimanê Kurdî de di wateyên mîna; xemgîn, bêkes, birakuj, sêwî, nezan, qesîs, bêsiûd, bêçare, belengaz, sêwî, bêhêz, yêtim û hwd. hene.
Li gor cih, li gor rewş û bûyerê ‘pepûk” mîna biwêj watedar dibe.
Efsaneya Pepûkê
Balinde, an teyrekî bi navê “pepûk (Cuculus canorus L.) navê xwe li vê biwêj û efsaneyê kiriye. Bi demê re ev teyr bûye sembola xemgînî, tirsonekî, xerîbî û poşmaniyê.
Efsaneya Pepûkê wisa ye;
Xwîşk û bira bi hev re diçin komkirina kerengan. Tevahiya rojê keç kerengan kom dike, diavêje turê li milê birayê xwe yê biçûk. Dem dibe êvar beriya vegerin, keçik li tûr mêze dike, kerengeke bi tenê jî tineye. Yekser birayê biçûk bi xwarina kerengan tewanbar dike. Li gor hin versiyonan ji tirsa jinbava zilmê li wan dike, di hinan de jî keç ji ber hêrsa xwe singê hesinî yê pê kerengan radike li serê wî dide û wî dikûje.
Di hin versiyonan de jî tê gotin lawik ji xwîşka xwe re dibêje; “min nexwarine heger bawer nakî zikê min biqelêşê û mêze bike” û zikê wî diqelêşe. Di encamê de lawik dikûje. Piştî vê yekê, mêze dike ku tûr qul e.
Ji ber xemgînî û tirsê birayê xwe bi destê xwe vedişêre. Hevqasî poşman û xemgîn e, ji xwedê dixwaze ku wê wergerîne teyrê pepûk da heta dinya heye, zêmarê bavêje ser birayê xwe.
Lewra bi şev û bi roj dengê pepûkê yê li ser hev tê wiha tê rave kirin:
Dimilkî: “Pepû, Kekû”, “Kam kerd? Mi kerd”, “Kam kişt? Mi kişt”, “Kam şit? Mi şit” “Ax! Ax! Ax!”
Kurmancî: “Pepûû, Kekûû (keko)”, “Kî kir? Min kir”, “Kî kuşt? Min kuşt”, “Kî şût? Min şûşt”, “Kî veşart? Min veşart”, “Ax! Ax! Ax!”
Di nava kurdan de hîna jî efsaneya pepûkê bi xurtî tê gotin ku ew teyrê bi şev û roj dixwîne; ew keç a birayê xwe kuştî ye…
30.01.2019, Yenî Ozgur Polîtîka