Diyarname
Êvara 5'ê mehê maça hevtêkbirinê ya ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan hebû. Brezîlya û Arjantînê dê bi hev re bilîsta. Maçê dest pê kir. Hê di deqîqeya 6'an de bû hakêmî maç da rawestandin û her kes şaş bû ji ber ku heta niha li nav cîhana fûtbolê de tiştek wisa çênebûbû.
Pêre Lijneya Tenduristiyê ya Brezîlyayê ket sehayê û ligel hakêm derketin derve. Maç betal bû.
Li gor çapemeniya Brezîlyayê, Lijneya Tendirustiyê ya Brezîlyayê biryar daye ku lîstikvanê Arjantînê Emiliano Martinez, Giovani Lo Celso, Cristian Romero û Emiliano Buendia ku di Premier Lîga Îngilistanê dilîzin di çarçoveya Covid-19 de dersînor bike.
Brezîlya di çarçoveyê Covid-19 de kesên bikevin welat ger 14 rojên dawî li welatên wekî Îngilistan, Afrîkaya Başûr, Bakurê Îrlandayê û Hindistanê mabin destûr nade ku bikevin welat.
Maç dê kengê bê lîstin FIFA dê biryarê bide.


