Diyarname
Polîsên alman bi ser şebekeyek ku pere dişand Tirkiyeyê de girt. YE'yê bûtçe kêm kir. DYA'yê sê kompaniyên tirk girtin nava lîsteya reş. Vane sê nûçeyên di vî warî de.
Şebekeyê pere transferê Tirkiyeyê kirine
Polîsên alman îro bi ser şebekeyek de mezin de girt û gelek ji wan hatin binçavkirin.
Li gor îdîaya polîsan şebekeyê bi pergala "Hawala" bi mîlyonan Euro transfer kirine ku piranî jî şandine Tirkiyeyê. Bi gotinek din navenda wekî Tirkiye diyar kirine.
Li gor çapameniya alman şebekeyê rêya fermî ya bankevanî binpê kiriye û pere şandine welatên din ku bi taybetî pere transferê Tirkiyeyê kiriye. Tê gotin ku pereyên hatine transferkirin nêzî 200 mîlyon Euro ne.
Operasyona li hemberî vê şebekeyê îro li Vestfalyaya Bakurê Ren, Hessen, Hambûrt, Berlîn û Baden-Wurttemberg û li Hollandayê çêbû, li dor 850 polîsî beşdarî operasyonê bûn, wan bi ser 62 kompanî û malan de girt.
DYA'yê sî kompanî girt nav lîsteyê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi sedema alîkariya madî daye DAIŞ'ê sê kompaniyên ji Tirkiyeyê girtin bin lîsteya reş.
Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê "Kompaniya Dovîzê ya Sahloul", "Kompaniya Transferkirina Pereyan El-Sultan" û "Kompaniya Îthalkirin û Îxrackirirê ACL" ku ev her sê li Tirkiyeyê ne girtine nava lîsteya reş.
Yên ku dikevin nava vê lîsteyê û DYA ambargo datîne ser ven li DYA'yê mal û milkên wan hebin têne desteserkirin û nahêlin kes ligel van sazî û kesan kar bikin.
YE'yê butçeya ji bo Tirkiyeyê kêm kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) di butçeya 2020'an de li hevkirin çêkir û di nav welatên berendamên YE'yê de butçeya alîkariyê ya ji bo Tirkiyeyê 85 mîlyon Euro kêmkir. Parlemena Ewropayê (li ser navê Yekîtiya Xiristiyanên Sosyal) Monika Hohlmeier diyar kir ku ji ber rewşa azadiya ramanê û serdestiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê, wan tenê ji bo saziyên sivîl, bernameya Erasmusê û penaberên ji Sûriyeyê butçe veqetandiye.
YE'yê di butçeya sala 2019'an de 147 mîlyan Euro ji butçeya alîkariyê ya ji bo Tirkiyeyê kêm kiribû.