TUCMAC
Dilþêr BÊWAR
Di sala 95’an de min di “Lîseya Erzeromê” de dixwend. Li mala xwendevanan (ogrencî yurdu) dimam. Xwediyê yûrdê leskerek teqawîtî bû. Bi dîsîplîna leþkerî mal bi rê ve dibir. Mirov ji lezeta xwarinan xilas nedibû. Her þemiyê roja “mantiyê” bû. Mantî ji alî þiklî ve jî nediþibiya ya îro em dixwin. Du sê þev berê ez û dotmama min û xanimê rûniþtîbûn. Me sohbet dikir. Min qala wê mantiyê kir. Bi tarîfkirina min re xanimê go, “Ew ne mantî ye, tucmac e. Çêkirina wê jî rehet e. Ezê rojek ji me re çêkim.”
Ji ber koronayê malûm em di mal de asê ne. Du saet berî fitarê min mesele dîsa vekir. Xanimê xwe da naziyan deh bahane rêz kirin. Axir min kiribû serê xwe diviya tucmac îþev li ser sifreya fitarê ba. Di dawiyê de ez bi ser ketim.
Melzeme:
Ard, du hêk, xwê, goþtê kutayî (qîme) du sê bacanên sor, du sê îsotê teze, pîvazek, îsota reþ, pûl biber, rûn, mast, sîr.
Xanimê sê bardax ard berda binê qûþxaneyek her du hêk bi ser de hûr kirin. Hinek av û xwê berda ser, dest bi hêstrandinê kir. Min jî ji bo xaþandina tucmacê quþxane tije av kir, danî ser çaviyek ocaxê û hinek xwê avêt nav avê. Dû re min goþtê berê ji sarincê deranî bû bi kêrê hûr hûr dilim kir heta bû wekî qîmeyê. Min hinek rûn berda binê tawê û goþtê dîlîmkirî bi fermana xatûnê bera ser da.
Xanimê jî ji hevirê hêstra bû du nanê hinek ji yê paxlawê qalintir bi tîrê vekir. Dûre berahiya þiritan qasî du santîma nanê bi tîrê vekirî bi kêrê birî. Piþtre þirît dan serhev û ew jî qasî du santîman dîlim kir.
Wexta goþtê di tawê de têra xwe qeliya û rûnê qoþt zelal bû min seriyê pîvazê hûr hûr dîlim kir. Pîvaza hûrkirî bera nav goþt da. Du sê bîberê lê zêdekir. Wexta pîvaz û bîber têra xwe qeliyan bacanên sor ê hûr hûr dîlim kirî tevî îsota reþ, bîbera hiþkirî (pûl bîber) û xwê lê zêde kir.
Bi bilqebilqa avê re xanimê hevirê dîlimkirî hêdî hêdî bera binê quþxaneyê kir. Hercara min dikir li ser kursî cî li xwe xweþ bikim, xanimê carî bi fermanek ez radikirim ser piyan.
Sê dendik sîr di sîrkutikê da kuta. Sîra kutayî tevlî mastê di tasek kûr de cî li xwe xewþ kiribû kir û bi kefçî çelqand heta rind li hev geriya. Di navberê de jî goþt bi kevçiyê darîn tev dida.
Xanimê tucmaca xaþiyayî bera kevgirê kir. Piþtî ava tucmacê dawerivî berda temsiyek camîn Me mastê sîrkirî berda ser û taweya goþt li ser reþand.

Ji wexta azana mele ra mabû sê çar deqe. Bi meraq li benda tehmkirina tucmaca bi salane lezeta wî di bin zimanê min da mabû mam.
Me xwarinên din û selete û vexwarin danîn ser sifreyê û tucmac di ortê de çikand. Tucmacê rengek xweþ da sifrê lê tehm gelo wê çawa ba nediyar bû... Bi azana mele re em kiþiyan ser xwarinê. Min piþtî xwarinên din tehm kirin bi meraq hinek tucmac kir tebeqa xwe û bi kefçî ketim ser. Mala Xwedê ava bi qasî lezeta berî salan nebe jî mihteþem bû. Bi ken min go “Xanim çû ji te.”
Go: - Çima? Mi go
- Heram be êdî mantî nakeve vê malê. Bi keng go:
- Ew jî xeme ma? Min go:
-Destê te sax bin
-Noþîcan be.