Diyarname
Vê hefteyê 9 fîlm hene 4 jê ji Tirkiyeyê û yên din ji derveyî Tirkiyeyê ne. Yek ji fîlman anîmasyon e. Ji van em sê heban derdixin pêş.
"Olu Ekmegî" fîlmê derhêner Reîs Çelîk e. Çîroka evîndariya ciwanekî dixawze bibe hozan û bi vî awayî bandorê li keçikê bike.
Fîlmê din fîlmê derhêner Kaouther Ben Hania "The Man Who Sold His Kin" ye ku wekî "Derisini Satan Adam" (Zilamê çermê xwe difroşe) wergerandine tirkî. Fîlmê ku di warê Fîlmê Biyanî yê Navneteweyî de bû berendamê Oscarê û li Festîvala Fîlman a Venedîkê jî Xelata Lîstikvanê Herî Serketî (Yahya Mahayni) girt, li Tirkiyeyê beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bûbû. Fîlm ku çîroka Sam Ali yê ku ji şerê Sûriyeyê veriyaye û çûye Lubnanê pêşkêş dike, niha ket vîzyonê.
Fîlmê dawî ku em derdixin pêş fîlmê anîmasyonî ye. "The Croods: A New Ega" ji aliyê derhêner Joel Crawford ve hatiye kişandin. Macerayên Croodan li benda we ne.
Fermo hemû fîlmên vê hefteyê:
- Long Story Short / Derhêner Josh Lawson
- The Man Who Sold His Kin / Derhêner Kaouther Ben Hania
- Old / Derhêner M. Night Shyamalan
- Free Gun / Derhêner Shawn Levy
- The Croods: A New Ega / Derhêner Joel Crawford
- Olu Ekmegî / Derhêner Reîs Çelîk
- Bilmemek / Derhêner Leyla Yilmaz
- Hanzap / Derhêner Okan Ege Erguven
- Gerçek Cinler / Derhêner Onur Aldogan