Diyarname
Her kesê/a ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê digire ji nişke ve hejmara firotina pirtûkên wî/ê zêde dibe. Di vê xelatdayîna dawî de jî rewş bi heman awayî çêbû.
Îsal Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan helbestvanê swêdî Tomas Transtromer. Bi vê daxuyaniyê re pirtûkên Transtromer li piyaseyê neman. Li gelek pirtûkfiroşan pirtûkên wî xelas bûn. Pirtûkên wî yên bi navê "The Great Enigma" û "The Half-Finished Heaven" û pirtûkên wî yên din wekî nan û pîvazan têne firotin.
Her wiha hate ragihand ku dê e-pirtûkên wî jî bikevin piyaseyê.
***
Nûçeya eleqedar:
- Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Tomas Transtromer