Cemil OGUZ
Li Amedê 7 sazî hatine ba hev û dê Festîvala Xweza û Çandê ya Feqiyê Teyran a Navneteweyî li dar bixin. Yek ji organîzekaran helbestvan û weşanger Lal Laleş got, "Em dixwazin bi ser Feqiyê Teyran re pirek bi dinyayê re çêbikin."
Li Amedê festîvaleke nû tê organîzekirin: Festîvala Xweza û Çandê ya Feqiyê Teyran a Navneteweyî. Ji bo vê yekê 7 saziyên wekî Mordem Sanat Merkezî, Wêjegeh Amed, A4 Atolye, Wephotos, Goç ve İnsani Yardim Vakfi, Merkezkaç Sanat Kolektifi û DTSO (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê) hatine ba hev. Wan biryar daye ku di sala 2022'yan de festîvalê lidar bixin. Ji bo vê yekê roja 3'yê mehê li Mordem Sanat Merkezî ya li Kayapinara Amedê çalakiyek li dar xistin û festîval ragihandin.
Yek ji organîzatoran weşanger û helbestvan Lal Laleş li ser festîvalê ji bo malpera me axivî. Ew dibêje ku niha ne diyar e dê kîjan meh be lê fikra wan ew e ku havîna 2022'yan li dar bixin.
FEQIYÊ TEYRAN Û ÇANDA NAVNETEWEYÎ
Laleş li ser girîngiya Feqiyê Teyran a di nav wêjeya kurdî de sekinî û got "Wekî tê zanîn Feqiyê Teyran wekî helbestkarekî bi zimanê gel derd û kulê me vedigot. Têkilya wî bi xweza, hezkirinê re, bi mirovahiyê re hebû. Ew xwedî bergeheke fireh bû. Tiştek navneteweyî ye. Wî bi çavek giştî li meseleyê dinêrî, ji bo hemû mirovahiyî hembêz bike. Loma me xwest di ser wî re çand û hunera kurdî, a Mezopotamyayê bi awayekî hem li Amedê, hem ji ser Amedê re li qada navneteweyî pêşkêşî cîhanê bikin."
ÇANDÊN CUDA
Lal Laleş dibêje di nav festîvalê de dê gelek beşên cuda hebin û van lê zêde dike: "Ligel çanda kurdî di heman demê de çandên ciherêng ên li deverên cuda yên li cihânê derdikevin pêş; ji dîsîplînên cuda yên hunerê, çi edebiyat, sînema, şano, pêşangeh, hunera aktuel, muzîk, fikir û raman, emê bikaribin van di vê festîvalê de li Amedê bikin mêvan. Armanc ew e bi ser Feqiyê Teyran re em pirekî bi dinyayê re çêbikin."
FESTÎVALA BAJÊR E
Yek ji organîzetoran Lal Laleş diyar dike ku hemû sazî û dezgehên Amedê jî gotine ew pişgirî didin û xwedî lê derdikevin û wisa dawî li gotina xwe anî: "Festîval festîvala bajêr bi xwe ye. Saziyên hunerî û çandî bi reng û dengê xwe, xebatên xwe wê tevlî bibin. Her kes dikare bi şiklek piştgirî bide, xwe lêze bike."


