Diyarname
30'emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsla di navbera 18-24'ê rezberê de li dar dikeve. Festîvalê niha Serokê Juriya Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj diyar kir: Derhêner Omer Faruk Sorak.
Di bin serokatiya Sorak de jurî dê fîlmên serketî hilbijêre. Xelata Fîlmê Herî Serketî a îsal 500 hezar TL ye.
Li aliyê din festîvalê eşkere kiribû ku îsal dê Xelata Rûmetê bidin lîstikvan Perran Kutman û Cihan Unal.
***
Nûçeyên Eleqedar:
-'Kuru Otlar Ustune' li Gûzeka Zêrîn tê nîşandayîn
- Festîvala Gûzeka Zêrîn li benda filman e