Diyarname
Li gor nivîsa nivîskarê Radikalê Murat Yetkin Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul peyva "Kurdistan" bikar aniye.
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji bo hevdîtinê çû Bexdayê û bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtineke pêk anî. Li gor Nûnerê Rojnameya Radîkalê yê Enqereyê Murat Yetkin, Gul berî çûyînê wisa gotiye, "Çayakiyên terorane yên li hemberî Tirkiyeyê di bin berpirsiyariya Rêveberiya Hêrêma Kurdistanê ya li Iraqê de ye."
Li ser vê yekê Yetkin "We got Kurdistan?", Gul wisa bersiv daye: "Ma ezê çi bibêjim? Yewnanistan ji Makedonyayê re nabêje Makedonya emê jî nebêjin. Li Zagona Bingehîn a Iraqê çi tê nivîsin ew e. Di zagona wan de ev heye. Rastî ev e; yên li bakurê Iraqê divê baş hesab bikin ku windakirina alîkariya Tirkiyeyê tê çi wateyê."


