Diyarname
Di fînala kûpaya UEFA de tîma skoç Glasgow Rangers û ya rusan Zenit hatin pêşberî hev, Zenit bi 2-0 bi ser ket.
Maça fînalê ya kûpaya EUFA'yê duh êvarê li stada City of Manchester a Îngilistanê di navbera Glasgow Rangers û Zenit St. Petersburg de hate lîstin .
Nîveka yekem a maçê 0*0 bi dawî bû, di nîveka duyem, di deqîqeya 72)yan de Denisov, di deqîqeya 90'î de jî Zynianov gol avêt û Zenitê maç bi 2-0 qezenc kir. Bi vê skorê Zenitê 50'emîn kûpaya UEFA'yê qezenc kir û bir mala xwe.
Zenit di dîroka xwe de yekem car kûpaya UEFA'yê qezenc dike.


