Diyarname
Rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn bi hejmara xwe ya 61'ê li pêşberî xwendevanan e. Xwebûnê manşeta "Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî" bikar aniye.
Rojnameyê ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî nûçeya xwe li ser ziman sazkiriye û li ser ziman ligel Îbrahîm Seydo Aydogan, Samî Tan, Rohayî Onen û Bawer Berşev axiviye.
Li ser mijara ziman Cemil Guneş jî bi sernavê "Zarokên nivîziman" mesele girtiye dest. Ji bo hevpeyvîna vê hefteyê Rizoyê Xerzî ligel helbestvan Dildarê Aştî axiviye. Ew dibêje "Helbesta kurdî xwe li ser lingan girtiye."
Ji nivîskarên rojnameyê vê hefteyê Felemez Ulug, Ehmed Pelda, Kurdistan Lezgiyeva, Cemil Oguz, Dr. Abdullilah Polat bi nivîsên xwe cih girtine. Ji bo têkilî: rojname@xwebun.org www.xwebun.org 0 (541) 806 84 85