Diyarname
Weşanger û nivîskar Şivan Zeren duh li Tetwanê hatibû binçavkirin, bi şev hat berdan.
Zeren heta çend pirtûkên wî derketine. Li aliyê din ew di heman demê de weşanger e û li Stenbolê dikanê wî yê sehafê jî heye. Wî duh li Tetwana Bedlîsê li AVM'yek standa pirtûkan vekiribû. Ji ber ku li ser standê qedeh (kûpa) jî hebûn û li ser yekê wêneyê Arîn Mîrxan hebû, ew hat binçavkirin.
Polîsan, Şivan Zeren bir Emniyeta Tetwanê. Piştî îfadeyan bi şev ew hat berdan.
Hin pirtûkên Şivan Zeren:
- Xencera Kurdî / Şivan Zeren / Helbest
- Dilperest / Şivan Zeren / Helbest
- Şêrê Sor / Şivan Zeren / Roman
- Kurdistanbul / Şivan Zeren / Helbest


