Li bajarê Bournemouth a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li plajê 152 jin û mêr bi hev re ketin bin kaniyê ji bo serşokê û bi vî awayî rekora dinyayê şikandin.
Li gor nûçeya di rojnameya The Sun de piraniya wan bi bîkînî komek ji 152 kesî di bin kaniyeke şeş metreyî de serê xwe şûştin û bi vî awayî ketin Pirtûka Rekoran a Guinnessê.
Li dinyayê ku her roj çalakiyên cur bi cur pêk tên û bi van çalakiyan rekor tên şikandin, dikevin Guinnessê vê carê jî van 152 kesan cihê xwe di pirtûkê de girt.
Ne birçîbûna li Afrîkayê, ne qeyrana aboriyê ya li Ewropayê, ne şerê li bajarên kurdan, ne Lîbya, ne Sûriye, helbet tiştek ne di xema wan de ye. Xelk kêf dike, em çi bibêjin... Ev jî dinyayeke wisa ye...
Û ji bo temaşekirina vîdyoya wan: