Amed
Di danişîna "Doza KCK'ê" de parêzeran bi îdîaya "dadgeh tu daxwazên wan qebûl nake" beşdarî dadgehê nebûn. Dadgeh bê parêzeran dest pê kir û biryar girt: Parêzerên ku hatine peywirdarkirin peywira xwe neynin cih dê li cem Serdozgeriya Komarê der barê wan de daxwaza vekirina lêpirsîn bê kirin.
Danişîna "Doza KCKê" ku îro li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li dar ket parêzer beşdar nebûn.
Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demirtaş û 10 mebûsên BDP'ê, Mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Oguz Oyan, çavdêrên biyanî û gelek mêvan ji bo temaşekirina dozê li salona dadgehê bûn.
Dadgehê daxwaza parêzerê Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş ku ji bo dermankirina xwe here derveyî Tirkiyeyê red kir.
Demirtaş: De dadgeh divê dewlet biryara kurdî bide
Serokê Koma BDP'ê Demirtaş piştî dadgehê wisa got: "Darizandin pêk nayê, bersûc nîn e, parêzer nîn e. Li holê lêkolîneke cidî nîn e. îdîaname nîn e û xitimandin heye. Sedema bingehîn a vê xitimandinê daxwaza parastina bi kurdî ye. Bersûc ji ber ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin destûr nayê dayîn û ew jî nikarin parastina xwe bikin. Ji ber vê ev rewş derketiye holê. Kurd dê li dadgehê, kuçeyan, cihên fermî, li dibistanê, di televîzyonan de bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin yan na? Divê dewlet biryara vê yekê bide. Ev ne biryareke ku dadgeh bide. Dadgeh jî di nav bêçaretî de nikare darizandinê bide. Dadgeh di rewşek ku nizane çi bike de ye, bêçare ye û van mirovan dîl digire."


