Diyarname
Li Şirnex, Mêrdîn, Amed û Sêrtê bi meş, mîtîng, şahî û panelan Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin. Jinan got "Em jin emê dinyayê biguherînin."
Hevserok BDP'ê Gultan Kişanak jî wisa got: "Kî rûmet, nasname, jiyana me ya mirovî ji destê me bigire peywira me ew e ku em li hemberî wan serî hildir."
Mebûsa BDP'ê ya Amedê Leyla Zana jî wisa got: "Ji sala 93'yan ve me ji bo aştiyê xebateke xurt da. Me kedek bê navber û mezin da. Em bi hêvî ne; berê çawa mizakere dest pê kirine dîsa dê dest pê bikin û bila aştiyeke birûmet, aştiyeke ku têde teslîmbûn nîn be li ser vê axê, li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bê."
Û ji çalakiya jinan em vê wêneyê hildibijêrin, dikin wêneyê rojê û em jî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û ya jinên kurd pîroz dikin.