Di konsera Cazê de kurdî protesto kirin
Diyarname
Di Festîvala Cazê de Aynur Dogan ku bi kurdî stran got hat protestokirin; du festîvala cazê de yekem car tiþtek wisa dibe.
Îro di çarçoveya Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê de li Þanogeha Harbiyeyê Buika, Rita, Glykeria û Aynur Dogan di çarçoveya projeya "Mujeres de Agua" (Jinên Avê) de derketin ser dikê. Salon tije bû û her tiþt xweþ dest pê kir, lê xweþ dom nekir. Komê dest bi konserê kir, dema Aynur Dogan stranek got û dest bi ya duyem kir beþeke ji temaþevanên gotinên wekî "Bi tirkî stranan bixwîne, hê xwîna þehîdan ziwa nebûye" qîriyan û ew protesto kirin. Dema Dogan xwest stranê bidomîne protesto zêde bû, hinan mînder, hinan þûþeyên avê bi ser wê de avêtin. Komek jî gotin "Em te protesto dikin" û salon terk kirin. Komek ji temaþevanan jî ji bo piþtgiriya Aynur Dogan dest bi diruþman kirin. Li ser domkirina xirecirê Aynur Dogan ji ser dikê daket.
18'emîn Festîvala Cazê ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê lidarxistin di 1'ê vê mehê de dest pê kir û dê 19'ê mehê bi dawî bibe. Di Festîvalên ku ÎKSV li dar dixe de yekemîn car li hemberî hunermendeke kurd çalakiya protestoyî li dar dikeve.
Duh li Farqîna Amedê pevçûneke derket û di pevçûnê de 13 leþker hatibûn kuþtin. Ev bûyer ku îro di rojeva Tirkiyeyê de bû mohra xwe li konserê jî da.
***
Nûçeya eleqedar:
- Festîvala Cazê bi bernameyek rengîn tê
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.