Diyarname
Ew ji Kubayê ye û wekî her kesî ne 20, 24 tiliyên wî hene. Bi ser de jî jê pere kar dike.
Zilamê bi navê Hernandez Garrido ji Kubayê ye û li wir dijî. Zilamê 36 salî di her dest û lingên wî de 6 tilî hene. Ew bi van tiliyên xwe yên zêde serbilind e û dibêje: Bi van ez rehetir derdikevim ser dara gûza hindistanê û berhevkariyê dikim. Her wiha dema tûrîst tên wê herêmê ji ber balkêşiya tiliyan wêneyê wî dikişînin û ew ji wan jî serê her wêneyi 10 dolarî digire. Ev yek jî jêre zêdetir kar e. Li Kubaya ku her kes rojê 20 dolar kar dike de ew dema wêneyan dikişîne zêdetir pere kar dike.
Cîhana Tibê bûyera Garridoyî wekî bûyereke ku gelek hindik car tê dîtin bi nav dike.