Diyarname
Li Rojava û li Sûrî niha rewşeke parçebûyî heye. Her parçeyek di destê hêzeke çekdar de ye. Li nav cîhana înternetê nexşeyeke li ser kîjan hêz li ku derê qontrol dike hat weşandin.
Nexşe ev e.
Li gor vê,
cihên zer di bin kontrola hêzên YPG,
cihên reş El Nusra,
cihên kesk OSO (Artêsha Azad) û
cihên sor di bin destên hêzên Esad de ne.
Cîhên ku tîrên zer li ser e ew der niha di bin êrîşa YPG'ê de ye. Li gor vê, YPG dixwaze hin cihên din ên stratejîk bi dest bixe.
Kurdan ji rojhilat ve giranî daye ser bi destxistina deriyê Mûsilê ku piraniya bazirganiya Sûriyê û Iraqê ji wir tê kirin. Ev derî niha di bin kotrola El Nusra de ye û bi riya vî deriyî alîkarî ji Iraqê digire.


