logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî
  2. ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
  3. Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez
  4. Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
  5. Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt
news-details

'Ev doz bû doza zimanê kurdî'

26'emîn danişîna doza jê 104 girtî û 152 siyasetmedarên kurd ku di nav de şaredar û parlementer jî hene li 6'emîn Dadgeh

  • Dîrok: 10/08/2011
  • Beş: Nûçe

Amed
26'emîn danişîna doza jê 104 girtî û 152 siyasetmedarên kurd ku di nav de şaredar û parlementer jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.
Danişîna ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat, dîsa parastina kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' hat qebûlkirin. Serokê ÎHD'a Amedê Muarrem Erbey xwest bi kurdî parastinê bike. Lê heyeta dadgehê dîsa mîkrofon girt û destûr neda ku parastina xwe bi kurdî bike. Di danişînê de dozger xwest ku dozê sewqî bajarekî din bê kirin. Heyetê jî doz taloqî 25'ê vê mehê kir.

Ji bo piştgiriyan girtiyên siyasî 9 parlementerên BDP'ê û rêveberên BDP'a Amedê, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê prz. Ahsen Coşar û parêzerên buroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê  amade bûn. Her wiha nûnerên EMEP, HAK-PAR, KADEP'ê jî ji bo şopandina dozê amade bûn.

Piştî danişînê gelek kesî reaksiyon nîşanî daxwaza dozger ku dixwaze dozê sewqî bajarekî din bike da.

Vane ew reaksiyon:

- Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar:
Em wekî yetîtiya baroyan nikarin li hemberî mafê azadiyê, mafê parastinê û astengiyên li pêşiya serbixwebûna baroyan bêdeng bimînin. Lê em niha li hemberî van astengiyan rû bi rû ne. Tu biryarê der barê serlêdana sûc a baroya Amedê de tune ye. Her wiha daxwaza dozger a sewqa dozê bê wate û li dijî hiqûqê ye. Hinceta ku girtî bên sewqkirin tune û li gorî xala 19'an a CMK'ê heyeta dadgehê peywira xwe bi cih neanîye.

 

- Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demîrtaş:
Ev doz li dijî hiqûqê ye. Ev danişîna BDP'ê ye. Di vê danişîna BDP'ê de bêyî ku bersûc bên darizandin û parastina xwe bikin doz bi dawî bû. 2 sal in bersûc dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin, lê daxwaza parastina kurdî tê redkirin. Ev doz bû doza zimanê kurdî. Em bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dikin û dixwazin bê dozê li şûna wê bişopîne.
Roj bê dê Edliyeya Amedê bibe muze û mirovên ku bên li vê muzeyê bigerin dê bêjin rojekê siyasetmedarên kurd li vir dihatin darizandin.

 

- Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder:
Heyet dixwaze tolê ji siyasetmedaran bigire û bi hêrs nêzîk dibe.  Kesên ku dibêjin li vî welatî polîtîkayên înkar, îmha û bişavtinê tune divê bên 5 deqîqeyan rûniştina dozê bişopîne. Ji ber ku rûniştinên vê doza dîrokî tenê 5 deqîqeyan berdewam dike. Dema ku mijar bê pirsa ewlehiyê jî dozgerê li hinceta xala 19'an a CMK'ê dide nîşan û naqîla rûniştinê dixwaze. Lê ger ku ewlehiya rûniştinê tune be ev yek derbas dibe. Rast e ewlehiya vê dozê tune. Ji ber ku li vir hiqûq tune. Dozek ku hiqûq lê tune be ewlehiya wê jî nabe. Li gorî min divê yê bê neqilkirin heyeta dadgehê û feraseta hikumetê ye. Vê dadgehê rehme li dadgehên 12'yê Rezberê xwendiye.


Her wiha piştî danişînê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar, Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, nûnerên baroyên Îzmir, Stenbkol, Mêrsîn, Mûş, Dêrsim, Enqere, Bedlîs, Êlih û gelek parêzerên din daxuyanî dan çapemeniyê.

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 10 06 2026

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

news
  • 10 06 2026

Li Kobanî 27 hezar xwendekaran karne girt

news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Kurak Gunler' mohra xwe li şeva Siyadê da

ad

JMO'yê, li Amedê hejmara avahiyên xisardîtî eşkere kirin

ad

Dilşêr Bêwar jî wekî qunciknivîskar beşdarî me dibe

ad

Iraq: 'Bi me re têkilî deynin'

ad

"Rêya Kadizan" derket!

ad

Li Parlemena Ewropayê pêşangeha wêneyên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Derfetên bo zêdetir fêrbûna li ser edebiyata kurdî

  • 10 06 2026
news

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

  • 09 06 2026
news

Xelata Hemingway dan nivîskar Burhan Sonmez

  • 10 06 2026
news

Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

  • 10 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname