logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Lêkera lîstinê

Mijarên rêzimanan wer zû çareser nabin, di zimanê me de jî hin tişt hene, hê baş zelalnebûne, hin tişt jî di siya devoka

  • Dîrok: 15/12/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Mijarên rêzimanan wer zû çareser nabin, di zimanê me de jî hin tişt hene, hê baş zelalnebûne, hin tişt jî di siya devokan de mane. Tiştên herî xirab jî em tev de bi zimanê biyaniyan fêrê têgîn û hemanên rêziman bûne. Gava mirov li xebatên kesên, bi erebî, tirkî, yan jî zimaneke ewropî xwendî dinêre vê rastiyê bê kêmasî dibîne. Yên li ser ziman dixebitin, kî bi çi zimanî xwendibe, têgîn û hemanên rêzimana wî zimanî bingeh digire, ev jî me dibe encamên cuda, bi taybet jî şaşiyan. Mînak ên li Tirkiyeyê xwendine, di rêzimana kurdî de li form û hemanên li gor rezimana zimanê tirkî digerin. Hewl didin zimanê kurdî jî li ser hemanên tirkî bidin rûniştin. Her wisa di warê têgînan de jî.

Ev bi serê xwe pirsgirêkeke taybet e. Ez ê îro jî mijara lêkereke kurdî, di bikaranînê de erkên wê yên di ziman de û li gor herêman cuda bikaranîna wê vekim. Ango lêkera “lîstin”ê. Ev lêker li hin deveran wekî “leyistin” jî tê bikaranîn. Dîsa ev lêker li hin herêmên Kurdistanê (Serhed, Dêrsim) wekî lêkereke têper (gerguhêz) li hin herêman jî bi awayê lêkereke têneper,  ango negerguhêz tê bikaranîn. Ev bi awayekî xwezayî di warê rastnivîsê û redekteyê de jî carinan dibe pirsgirêk, em hinekî jî mijara vê lêkerê vekin.

Lêkera lîstin/ leyîstin di hin zimanên Îndo – Ewropî de lêkereke negerguhêz e, di hinan de gerguhêz e. Wekî mînak; di zimanê almanî de (spielen) wekî lêkereke gerguhêz tê bikaranîn. Lê di zimanê fransî (jouer) de lêkereke negerguhêz e. Em berê mijara gerguhêz û ne gerguhêz çi ne piçek jî be, bînin bîra xwînêran.

Mirov dikane bi awayekî hêsan lêkerên gerguhêz wiha şirove bike: Lêkerên bi bireser (obje), lêkerên bandora wan li bireserî dibe, yan jî karlêka kar û kirina wan derbasî bireserê dibe. Wekî mînak: “Ez nanan dixwim!” Formên wan ên pasîf hene, “Nan tê xwarin.” Di kurdî de şiroveya hê hêsantir jî ev e; lêkerên ku dema wan a borî bi cinavên tewandî (min, te, wî, wê, me, we, wan) tên kesandin. Her wisa bersiva pirsên “kê” û “çi” didin re lêkerên gerguhêz dibêjin.

Lêkerên negerguhêz bê bireser in, bandora wan tenê li kirdeyê dibe, yan jî kirdeyê dike nava tevgerê, formên wan ê pasîv tune. Mînak: Alan diçe malê. Di vir de “mal” cih e, cihê kirde (Alan) diçe,  destnîşan dike. Hemû lêkerên dema wan a borî bi alîkariya cinavên xwerû (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tên çêkirin, dikevin vê beşê. Di van lêkeran de jî li bersiva pirsa cih wekî “ku, li ku, bi ku ve…” tê gerîn. “Di kurdî de piraniya lêkerên di forma aktîf de ne, dikevin vê beşê, Mînak “gerîn, revîn, kolîn, û û.”

Niha em werin lêkera “lîstinê” di bingehê xwe de ev lêker xwedanê du erkan e, yek xwedanê karektera negerguheziyê ye. Dema mirov dibêje: “Alan li der dilîze!” di vir de bandora lîstikê li der nabe, pirsa “li ku” derdikeve pêş. Ango tenê tevgera kirde (Alan) destnîşan dike. Her wisa; “Ez dikenim /ez keniyam” jî.

Erkê diduyan ya lêkerê jî di hin rewşan de erkê gerguheziyê werdigire. Li wan deverên ku ev lêker lê gerguhêz e, mirov dibêje; “Li vir kaxiz dilîzin / Ez li vir kaxizan dilîzim,“ di van hevokan de kaxiz xwedanê erkê  bireserê ye. Bersiva pirsa “çi?”  heye, “çi dilîze?”. Lema mirov dikane forma wê ya pasîv jî bikarbîne: “Li vir kaxiz tê lîstin” yan jî “Min li vir kaxiz lîst”. Li heman deveran, her wisa dema mirov dibêje; “Ez gogê dilîzim”, di vir de jî mirov dikane pirsa bireserê bike. “Tu çi dilîzî?” Forma wê ya pasîv jî dibe. “Gog tê lîstin.” Ango ev lêkera lîstinê li van deveran erkê gerguhêziyê werdigire.

Dema em hevokeke wiha bi kar bînin. “Bi şerefa min tê lîstin!” Tişteke cuda ye. Di vê hevokê de lêkera bi daçek heye. “Lîstin bi…” Ango lêker di vir de lêkereke hevgîn (hevdûdani) e. Her wisa “Zarok bi lîstokan dilîzin!” jî lêkera bi daçek hatiye bikaranîn. Lema erkeke din wergirtiye.

Bê guman ev nivîs şiroveyeke kurt e. Wê hê gengeşî li ser kûr bin. Bêguman wê rojekê ev mijareyên rêziman yên bi pirsgirêk werin çareserkirin, yan ji bo pêşî li tevheviyan were girtin, formên wanên cuda werin afirandin. Hêvî dikim ev agahiya kurt, di vî warî de bibe alîkar.
14.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Festîvala Muzîkê dest pê kir

ad

Demîrtaş: Emê azadiyê diyarî zarokên xwe bikin

ad

Ji bo Şêx Seîd û hevalên wî mewlûd hate xwendin

ad

Diyarbakir BB lîderiya xwe didomîne

ad

Heyeta HDP'ê: Me li Silopî Kobanî û Gazze dît

ad

Mebûs Hamît Geylanî beşdarî DTP'ê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname