Diyarname
E-kovara moda û makyajê ya bi kurdî “Kubar” bi hejmara xwe ya 3’yemîn derket pêşberî xwendevanên xwe.
E-kovara Kubarê hejmara xwe ya yekê dawiya sala 2019’an, hejmara duyemîn di meha avrêla îsal de û niha jî hejmara xwe ya sêyemîn pêşkêş kir.
Di vê hejmarê de modela kurd Atûsa kirine berga kovarê. Atûsa ku modeleke ji bajarê Kirmaşanê ye dibêje, “Ez di vî karî de laş, tendirûstî û çermê xwe bi kar tînim û hemû ew wêne û pozên min girêdayî hestên min in. Mirov divê bizane bi kîjan tişt re kîjan pozê çê bike û bi saetan bêyî ku biwestî, berdewam bikî û encamên baş bi dest bixî. Bi taybetî dema her kes ji te karê herî baş dixwaze û tê dinirxînin.”
Kovara li ser jiyan û xebata wê pêre hevpeyvîn kiriye lê xwendevan jê hîn nabe ku ew niha li ku, li kîjan bajarî modelî dike û li ku dijî.
Ji bilî hevpeyvînê mijarên wekî diyet, yoga, mitbex û şiroveyên remlan hatine amadekirin.
Ji bilî van, Mehmet Akbaş û Tara Mamedova bi stîla xwe wekî kubarên mehê hatine hilbijartin û wekî stranên favorî yên mehê jî strana Semyanî Perîzade “Xewna Berevajî” û strana “Ez te nadim malê dinê” ku Berfîn Aktay û Dîlan Yeşîltoprak bi hev re amade kiribûn hilbijartine.
Ji bo xwendina e-kovarê:
- KUBAR -3


