Diyarname
Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ew beşdarî hilbijartina 12'yê pûşpera 2011'an nabin.
Boyzel di daxuyaniya xwe de got ku ji bo bloka hilbijartinê ya kurd hevdîtin-diyalog çêbûn, lê hevkariyeke li gor rêgezan çênebû. Li ser vê wan biryar da ku bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin û serî li YSK'ê dan. Bozyel di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di vê demê de saziyên kurdan û şexsiyetên kurd daxwaza yekîtiyê kirin. Li ser vê daxwaza di raya giştî ya kurd de me daxwazên neteweyî yên dem dirêj girtin ber çavan û ji bo piştgirî bidin berendamên kurd ên welatparêz ên serbixwe em vekişiyan."
YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) jî îro di rojnameya fermî de agahiya ku HAK-PAR beşdarî hilbijartinê nabe weşand.
Berî Hak-Parê, EDP, Alternatîf Partî, HYP, TP, GP, BTP ji hilbijartinê vekişiyabûn. Li gor rewşa dawî li Tirkiyeyê dê 17 partî bi awayekî fermî beşdarî hilbijartinê bibin.
Her wiha BDP û hin derdor di bin navê Bloka Demokrasî, Ked û Azadiyê de bi awayekî serbixwe dikevin hilbijartinê.