Diyarname
Lîstikvana efsanewî ya Hollywoodê Doris Day di 97 saliya xwe de wefat kir. Hat ragihandin ku ew ji ber zatureyê miriye.
Navê wê yê dirêj Doris Mary Ann Kappelhoff bû ku jêre Doris Day dihat gotin. Ew di sala 1922'yan de li eyaleta Ohio ya DYA'yê hatibû dinê. Di sala 1939'an de ligel hin ciwanan komek bi navê Les Brown ava kiribû û stran digotin. Bi vî awayî dest bi xebata xwe ya hunerî kir û di sala 1948'an de ket nava sînemayê. Ew wekî lîstikvana drama, muzîkal û komediyê dihat nasîn.
Herî zêde di salên 1950 û 1960'yan de di nav kesên populer de cih girt, bi fîlmên wekî "Pillow Talk", "Calamity Jane", "That Touch of Mink" di nav bîra sînemaya dinyayê de cih girt. Wê di fîlmê derhênerê navdar Alfred Hitchock ê bi navê "The Man Who Knew Too Much" de strana "Que Sera Sera" xwend û ev xwendina wê di nav stranên ku nayên ji bîr kirin de cih girt.
Doris Day 13'yê vê mehê li eyaleta Kalifornaya DYA'yê wefat kir.