Diyarname
Merasima xelatdayîna xelatên Oscarê divê roja 28'ê reşemiya 2021'ê bihata lidar xistin lê ji ber vîrusa koronayê hat bi paş ve xistin. Plana nû 25'ê avrêlê ye.
Vîrusa koronayê bandorê li gelek çalakiyan dike ku niha bandorê li yên sala pêşiya me jî dike. Yek ji van jî merasima Oscarê ye.
Hatibû plankirin ku merasima xelatdayîna xelatên Oscarê 28'ê reşemî li dar bixin lê nebû, vê carê plan ew e ku 25'ê avrêlê li dar bikeve.
Ji ber vîrusê gelek fîlmên ku vê biharê û havînê divê biketana vîzyonê lê neketin û hatin bi paş ve xistin. Ji bo payîza pêşiya me jî sektora sînemayê di nav nîqaşê de ye. Oscarê jî li ser vê yekê plannameyeke nû daye ber xwe.