AGIRÎ
Nivîkarê rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik ê ku di qûncikê xwe de heqaret li kurdan kiribû li Agiriyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya hate dayîn de banga rojnameyên din û Postayê boykot bikin hate kirin û gelek rojnameyên Postayê hatin şewitandin.
Komeleya Piştgiriyê û Çandê ya Agiriyê, sendîkayên girêdayî KESK'ê û rêxistinên sivîl ên civakî yên Agiriyê nivîkarê rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik ê ku di qûncikê xwe de heqaret li kurdan kir, şermezar kirin. Çalakiya li Kolana Komarê pêkhat gelek welatî jî tevlîbûn. Di der heqê rojname û Işik de sloganên "Bêşeref Posta" û "bêşeref Tolga" berz kirin, rojnameyên Posta hatin şewitandin û banga boykotê kirin.
Li ser navê komê Serokê Komeleya Piştgiriyê û Çandê ya Agiriyê Mehmet Îzcî, daxuyanî xwend û bang li gelê kurd kir ku rojnameyan boykot bikin û wiha got: "Em bang li hemû gelê herêmê yê bihestiyar dikin ku vê rojnameyê û rojnameyên wekî wê nexwînin û nekirin." Her wiha Îlçî rêveberiya rojnameyê û rojname şermezar kir.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Agiriyê Cezmî Gunduz jî nivîs ji erêkirina rêveberiya postayê re derbasbûye û wiha got: "Em li bende hikûmet û partiyên muxalîf vê yekê şermezar bikin bûn. Lê hemû bêdeng man ev yekê erê kirin. Em van şermezar dikin û lenet dikin. Civak kurd civakekî gelek birûmet û bi namus e."
Piştî daxuyaniyê gelek rojnameyên Postayê hatin şewitandin.
Li Batmanê jinan banga boykotê kir
Li Batmanê jî endamên Meclisa Jinên BDP'yî yên Batmanê li ber avahiya BDP'ê hatin ba hev û daxuyaniya şermezarkirina nivîskarê Postayê kirin.
Di çalakiyê de ku Wekîla Koma Meclisê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, Hevserokê BDP'a Batmanê Şehmus Aslan jî hebûn de endama Meclisa Jinan Asiye Akin wisa got: "Em vê nivîsa nijadperest, faşîst û bêehlaq şermezar dikin, diyar dikin ku heta rojnameya Postayê ji manşetê lêborînê nexwaze emê rojnameyên Koma Dogan boykot bikin."