Ji bo kurdî 2 hezar kesî serî lê da
Diyarname
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weqfa Mezopotamya, NÇM, Med-Der, Weþanxanên Aram, Aryen û Morî jî di nav de 25 saziyan meha borî 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xebata kursên kurdî bi ser online re dabûn dest pê kirin. Serîlêdan heta serê vê mehê bû. Bi tema temamî 2 hezar û 70 kesî serî lêda. Ji bo van di warê kurmancî û kirmanckî/zazakî de 27 pol hatin vekirin û qursan ji ser Zoomê re dest pê kir.
Berî Komeleya Lêkolînên Kurdî li navenda xwe ya li Stenbolê qursên zimanê kurdî didomandin ku her sal sertîfîkayê jî dide, lê bi hatina vîrusa koronayê re ders rawestiyan û wan bi awayekî online ev xebat dom dikir. Dûre 25 saziyan bi hev re xebateke wisa dan dest pê kirin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaþi hatina ba hev a ew qas saziyan wekî gavek erînî dinirxîne û ji bo qursê jî diyar dike ku bi vî awayî xwendin û nivîsandina kurdî xurtir û firehtir dibe.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Dersên Kurdî yên Online ji nû ve tên