Berendamê DTP'ê yê Sêrtê Selim Sadak û yê Batmanê Nejdet Atalay dest bi xebatên xwe kirin jî.
Di hilbijartina herêmî ya 29'ê adarê de berendamê DTP'ê yê Sêrtê Selim Sadak e. Sadak îro çû serdana Odeya Sanayî û Ticaretê ya Sêrtê. Sadak got ku ew dê Sêrta ku herkes bi hêvî li bendê ye dê bînin û got: "Emê tevî rêxistinin sivîl û derdorên karsaz Sêrteke ku mirov bikaribe têde bijî derxin holê."
Berendamê DTP'ê yê Batmanê Nejdet atalay jî bi endamên çapemeniyê re li taştê hat cem hev. Atalay da zanîn ku DTP ne bi paş ve ketiye, li her bajar, navçe, bajarok û gundê ku kurd lê dijîn bi rêxistin e û ev yek lê zêde kir: "Em tu demê ew qas ne bihêz bûn."
Her wiha Atalay da zanîn ku ew dê şînahiya li Batmanê zêde bikin, bi planeke mîmarî dê bajar pêş bixin, di warê xebatên çandî û civakî de bi pêş bixin.
Atalay got ku ew îdîa dike ku di du salan de dê bi xebatên ku bikin wan qanî bike.