Diyarname
Di kovara TUSÎAD'ê ya bi navê "Goruş" a vê mehê de digel Seroka TUSÎAD'ê, hiqûqnasan jî dîtina xwe yên li ser çêkirina zagona bingehîn û daxistina bendava hilbijartinê anîne ziman.
TUSÎAD ji zû de ye dixwaze bendava hilbijartinê dakeve. Di hejmara TUSÎAD'ê ya vê mehê de Seroka TUSÎAD'ê Umit Boyner gotareke nivîsandiye, di gotara xwe de xwestiye bendava hilbijartinê û zagona partiyên siyasî di cih de biguhere û bi vê yekê pêvajoya çêkirina zagona bingehîn a nû xurt bibe.
Di kovarê de di bin moderatoriya Ferhat Boratav hiqûqnas Prof. İbrahim Kaboglu, Prof. Ergun Ozbudun, Prof. Mithat Sancar û Prof. Turgut Tarhanli hatine ba hev nîqaşeke kirine û her caran jî gotiye divê asta bendava hilbijartinê bê daxistin, rê li ber azadiya ramanê bê vekirin,