Diyarname
Îsal Amed Spor salek xirab derbas dike. Ji ber vê yekê heta niha sê teknîk dîrektor guhartin û niha yekî din hat. Niha tîm teslîmê teknîk dîrektor Oktay Derelioglu kirin
Amed Spor bi teknîk dîrektor Ramazan Erim dest bi serdema lîgê ya 2019-2020'an kir. Hê di du hefteyên pêşî de Erim îstîfa kir û tîm vê carê teslîmê Mehmet Budakin kirin. Budakin karî çend mehan bidomîne û serê sala 2020'an vê carê Îbrahîm Cezayîr anîn ser kar. Û Cezayîr maça xwe ya dawî vê yekşemê li mala xwe ligel Pendîkê lîst û bi 3-2 têk çû. Piştî maçê Cezayîr îstîfa kir.
Niha teknîk dîrektorekî nû hat: Oktay Derelioglu.
Derelioglu hefteya borî ji ser tîma Başkent Akademî hatibû qewirandin. Niha tîma Amed Sporê teslîmê Derelîoglu kirin.
Hefteya pêşiya tîma Derelioglu ya nû Amed Spor û tîma wî ya kevn Başkent Akademî (BKF) bi hev re bilîzin. BKF di rêza 16'an de bi 25, Amed Spor jî di rêza 15'an de bi 28 pûanan e.
Serokê Kilûbê Parezêr Metin Kilavuz û Oktay Derelioglu di merasima îmzekirinê de axivîn. Derelioglu got: "Ez gelek bi serbilind û bi rûmet im ku hatime nav koma Amed ku gelek hêja ye. Ez bi wê yekê bawer im ku înşela di hefteyên mayî de bi piştgiriya temaşevanên me emê vê pêvajoya dijwar li dû xwe bihêlin."
Derelioglu kî ye?
Oktay Derelioglu di 17'ê berfanbara 1975'an de li Stenbolê hatiye dinê. Di tîmên wekî Fatih, Beşîktaş, Gaziantep, Fenerbahçe, Samsurspor de, kurtedemek de jî li Diyarbekir Sporê lîstiye. Derelioglu wekî teknîk dîrektorê li Kahramanmaraş Spor, paşê Gaziantep Spor, Karagumruk, Dariha Gençlerbirliği, Tokatspor, BAK'ê kar kir. Herî dawî 4'ê adarê ji BAK'ê hat qewirandin. Di van tîman de zêde zerketina wî nîn e loma di hemûyan de hindik maye. Niha li ber rêyek nû ye.


