Diyarname
Li Tirkiyeyê Galatasaray Spor bû şampiyon. Pêre jî di serî de li Stenbolê, li hemû Tirkiye û bajarên kurdan alîgirên Galatasaray dest bi pîrozbahiyan kirin. Lê li Amedê alîgirên Galatasaray Spor û yên Diyarbakir Sporê pev çûn.
Di maça dawî ya Super Fînalê de Galatasaray û Fenerbahçe 0-0 man û pêre jî Galatasaray bû şampiyon. Li her derê alîgirên tîmê dest bi pîrozbahiyan kirin. Helbet li Amedê jî, lê li Amedê hezkiriyên Diyarbakirsporê bi gotina "Diyarbakir spor ber bi jêr diçe, kes lê xwedî dernakeve hûn li vir şampiyoniya Galatasaray pîroz dikin" anîn ziman û êrîşê alîgirên Galasaray kirin. Piştî pevçûna her du tîman polîsan mudexele kir.
Li Samsunê jî alîgirên Samsun Sporê nehişt alîgirên Galatasaray pîrozbahiyê bikin.
Li Stenbolê di serî de li Taksimê li gelek cihên din alîgirên tîmê derketin kuçeyan û dest bi pîrozbahiyan kirin.
Her wiha rêveberiya Galatasarayê biryar da ku îro êvarê li Stada xwe pîrozbahiya girtina kûpayê bikin.
Li eniya Fenerbahçeyê rewş cihê bû. Alîgirên Fenerbahçeyê piştî maçê hem li stadê hem jî li derveyî stadê bûyer derxistin. Di heman demê de nêzî stadê wan du erebeyên polîsan jî dan ber keviran û dûre ew qulibandin.