Diyarname
Zelal Gokçe strana gelêrî ya bi navê "Fîncan" xwend û jêre klîbek kişand. Ev stran wekî Sîngle kurtedemek berê ji Kalan Muzîkê derket.
Zelal Gokçe ku li Tetwana Bedlîsê hatiye dinê li lîseya hunerên bedew a Perayê ji hunermendê operayê Marsel Adamadzen derfa şanê girtiye. Paşê li Konserwatûara Dewletê ya Musîkî ya ÎTU'yê xwendina xwe temam kiriye. Gokçe di albuma Koma Azad "Bihuşta Min", di albumên Şahiya Stranan 1 û 2 de wekî solîst û vokalîst cih girt. Gokçe di nav koma jinan Koma Asmîn de xebitî û ligel komê li gelek cihan konser da. Wê di nav albuma "Homegrown İstanbul Volume" de staran "Qumrikê" xwend.
Hunermend Zelal Gokçe ku yekem û tekane albuma xwe ya sola di sala 2012'yan de bi navê "Solîn" derxist herî dawî di nav projeya "Dîwan-a Dubeytî" de cih girt. Ev projeya ku têde helbestên Baba Tahirê Hemedanî hatin xwendin de Gokçe jî deng da hinan.
Û niha ew bi strana "Fîncan" li pêşberî hezkiriyên xwe ye. Ev stran ku wekî sîngle û bi heman navî hat weşandin li nav kurdên êzîdî yên li Ermenistan û Gurcistanê gelek navdar e. Aranjeya stranê Mustafa Bîber, derhêneriya klîbê jî Emîralî kiriye.
Em vê stranê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo: