Diyarname
Li Serie A'yê vê hefteyê maçên 26'emîn hefteyê dihatin lîstin lê ji ber vîrusa koronayê 5 maç hatin betalkirin.
Li Lîga Serîe A ya Îtalyayê maçên Juventus-Inter, Milan-Genoa, Parma-Spal, Sassuolo-Brescia û Udinese-Fiorentina ji ber vîrusê hatin betalkirin. Berê biryar hatibû girtin ku ev maç bê temaşevan bêne lîstin lê niha bi temamî hatin betalkirin. Li gor daxuyaniyê maç dê roja 13'yê gulanê bêne lîstin. Li ser vê maça fînalê ya Kûpaya Îtalyayê ku dê 13'yê gulanê bihata lîstin ew ji bo 20'ê gulanê hat bi paş ve xistin.
Li aliyê bakurê welat cureya nû ya vîrusê (Kovid-19) hatiye dîtin. Ji ber vê vîrusê heta niha li welat 21 kes mirine û nêzî 900 kesî di bin karantînayê de ye. Ji ber vîrusê hefteya borî maça Inter û Sampdoria ji bo demek din hatibû betalkirin.
Japonya û Kore jî betal kirin
Li gel Îtalyayê li Swîsre û her wiha li aliyê Rojhilatê Dûr li Japonya û Başûrê Koreyê jî maç hatibûn betalkirin.