Diyarname
Wekî hemû bajarên dinyayê bajarên kurdan jî bi dehan, salan, hezaran salan li dû xwe hiştin. Lê yê kêm bajarên kurdan wêneyên wan ên kevn hene. Yek ji kesên ku bi dehan salan e fotoyan dikişîne û arşîv dike jî Enver Ozkahraman e. Wî bi dehan salan wêneyên Culemêrgê kişandin. Û niha wî ji van wêneyek din belav kir: Wêneyê Culemêrgê di salên 1970'yan de kişandin, yanê dor 50 sal bi ser re derbas bûye. Di van rojên destpêkê yên sala 2020'an de em vî wêneyî wekî Wêneyê Rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Fermo 50 sal berê Culemêrg
Foto: Enver Ozkahraman